Li navenda asîmîlasyonê ya Kanadayê cenazeyê 215 zarokan hate dîtin

Li eyaleta Brîstîsh Colûmbîa ya Kanadayê li baxçeyê dibistana leylî ya ku 88 salan ji bo asîmîlekirina gelên herêmê çalak bû, bermahiyê cenazeyê 215 zarokan hate dîtin.

Li herêma Brîstîsh Colûmbîa a Kanadayê li baxçeyê dibistaneke leylî ya ji bo asîmîlekirina zarokên gelên herêmê hatibû avakirin, bermahiyên cenazeyên 215 zarokan hate dîtin. Ev dibistan di sala 1978’an de hatibû girtin. Li gora komî ya li Dibistana Leylî ya Kamploosê bermahiyên cenazeyên zarokên ji 3 salî biçûktir jî hate dîtin.

Rosanne Casîmîr a ku yek ji seroka koma xwecihî Tkemlups te Secwepemcê ye got “Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, mirina van zarokan nehatiye qeydkirin.”

Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû jî li ser twîtterê got “Vê goristana li dibistanê ez gelekî xemgîn kirim.”

Çend sal berê lêkolîn hatibû kirin û derketibû holê Kanadayê ji sedsala 19’an heta salên 1970’ê bi darê zorê zarok ji malbatên wan stendiye. Ev dibistan ji bo asîmîlekirina zarokan hatibû vekirin û hatibû tespîtkirin ku li ser bi hezar zarokan şîddeta fîzîkî û psîkolojîk hatiye kirin.

Hatibû diyarkirin Dibistana Leylî ya Kamploosê ya ku ji aliyê Dêra Katolîk a Romayê di sala 1890’an de hatibû avakirin, yek ji van dibistanan e. Li gorî rapora sala 2015’an 150 hezar zarok çûne van dibistanan û qirkirina çandî hatiye kirin.

Di sala 2008’an de Komîsyona Heqîqet û Lihevanînê piştî xebatên dûvedirêj diyar kiribû gelek zarok qet venegeriyane nav civakên xwe.

Di raporê de ev tişt jî hatibû diyarkirin “Îstîsmarkirina zarokên gelên herêmê di dîroka Kanadayê de yek ji parçeyê şermê ye. Ev dibistan parçeyekî polîtîkaya kolonyal bû. Bi hezaran zarok şandin van dibistanan û ev zarok careke din vegeriyan nav malbatên xwe. Malbatan derbarê zarokên xwe an qet agahî nestendin û an jî agahiyên gelekî biçûk stendin. Destûr nedihat dayîn ku ev zarok bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û çanda xwe bijîn.”