Li Misrê 10 kesên pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re hebûn hatin kuştin

Li Misrê, di navbera komek hevkariyê bi çeteyên DAIŞ'ê dike û hêzên ewlekariyê de şer derket. Hat ragihandin, di vî şerî de herî kêm 10 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hat gotin, li bajarê El Arîş ê li herêma Bakurê Sînayê, operasyon li dijî endamên koma bi navê Ensar Beyt el Muqdes ên xwe li malekê veşartibûn hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 10 kesên ji vê malê gule li hêzên ewlekariyê reşandin hatin kuştin. Hat bibîrxistin, vê komê di sala 2014'an de 'bîat' ji çeteyên DAIŞ'ê re kiriye.

Êrîşên li dijî yekîneyên artêşê û polîsên Misrê herî zêde li Nîv Girava Sînayê tên kirin. Herî dawî roja Duşemê êrîşek li wesayîta polîsan hatibû kirin û di encamê de 8 polîsan jiyana xwe ji dest da bûn. DAIŞ'ê ev çalakî li xwe girtibû.