Li Meksîkayê xeta boriyê teqiya, 66 kes mirin
Li Eyaleta Hîdalgo ya Meksîkayê li bajarê Tlahûelîlpanê borî teqiya û ji ber teqînê herî kêm 66 kes mirin.
Li Eyaleta Hîdalgo ya Meksîkayê li bajarê Tlahûelîlpanê borî teqiya û ji ber teqînê herî kêm 66 kes mirin.
Tê diyarkirin ku piştî teqînê kesên hatine benzînê bistînin, birîndar bûne û mirine.
Waliyê Eyaleta Hîdalgoyê Omer Fayad got ku, “Li gorî agahiyên ku me stendine, çend deqîqeyan piştî şewatê 66 kes mirine û 76 kes jî birîndar bûne”
Di televîzyonên Meksîkayê de jî dîmenên mirovan derketin ên ku bi satilan xwestine benzînê kom bikin.
Şewat bi şev saet di 12.00’an de hate tefandin.