Li Meksîkayê rojnamevanekî din hate kuştin

Li bakurê Meksîkayê rojnamevanekî bi navê Jorge Armenta û polîsekî şaredariyê hate kuştin. Hejmara rojnamevanên ku ji destpêka salê ve hatine kuştin gihîşt 3 kesî.

Rojnamevan Armenta ku di heman demê de midûrê malpera Medîos Obson bû, hate ragihandin ku li Cîdûad Obregonê di encama êrişa çekdarî de hatiye kuştin. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê dozgeriya xwecihî ve li ser Twîtterê hate kirin, di êrişê de polîsek hatiye kuştin û polîsek birîndar bûye.

Li gorî rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rojnamevan Jorge Armenta ji ber gefên berê lê dihate xwarin ji bernameya parastina rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan sûd werdigirt. Li gorî RSF'ê ji destpêka meha Çileyê ve li welêt sê rojnamevan hatin kuştin.

Meksîka ji bo rojnamevanan yek ji welatên herî metirsîdar e. Li gorî RSF'ê ji sala 2000'î û vir ve zêdeyî 100 rojnamevan hatine kuştin.