Li Meksîkayê ji ber teqîna lûleya petrolê 85 kes mirin

Li Meksîkayê, roja Înê lûleyeke petrolê teqiya bû û li gorî bîlançoya dawî, 85 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Teqîn li herêma Tlahûelîlpanê pêk hat ku bi 120 kîlometreyî li bakurê paytext Meksîko ye.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, ji birîndaran 6 kesên din jiyana xwe ji dest dane û hejmara mirina gihîştiye 85'an.

Hate ragihandin 58 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Wekî din ji ber ku gelek cenaze şewitîn, nasnameya 59 cenazeyan nehatiye tespîtkirin.

Lûleya petrolê ya ku teqîn lê rû da, roja Înê ji aliyê dizan ve hatibû qulkirin. Nêzî 700 ji welatiyên herêma Tlahûelîlpanê hatibûn cihê bûyerê û bi bîdonan hewl dida mazotê ji xwe re bibin. Di vê kêliyê de teqîn pêk hatibû.