Li Meksîkayê 138 kes ji ber alkola sexte mir

Li Meksîkayê, ji destpêka şewba vîrûsa koronayê û vir ve ji ber vexwarina alkola sexte herî kêm 138 kes mirin.

Rayedarên tenduristiyê yên eyaleta Pûeblayê diyar kir, ku tenê li eyaleta wan herî kêm 96 kes ji ber alkola sexte bi jehrê ketine û 70 ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Bi giranî di dema merasîma cenaze de ya li herêma Chîconcûaûtlayê ku bi 200 kîlometreyî li bakur rojhilatê paytext e, ji ber vexwarina alkola sexte bi rengekî komî mirov bi jehrê ketin.

Nêî 80 kes tevlî merasîma roja Sêşemê bûbûn û 20 ji wan di nava çend saetên piştî merasîmê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Şaredariya Chîconcûaûtlayê ragihand, ji bo bi erzanî bên amadekirin madeyên alternatîfa alkolê tevlî vexwarinê hatiye kirin.

Bi heman rengî li eyaletên Jalîsco, Moreles û Veracrûzê jî gelek kes miribûn. Hefteyên derbasbûyî bi giştî 138 kesî jiyana xwe ji dest dan.