Li meclîsa Gallerê pêşniyarpirsa ji bo greva birçîbûnê

Grevên birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro wê li Parlamentoya Xweser a Gallerê bê nîqaşkirin.

Di pêşniyarpirsa ku ji hêla Plaid Cymru ve hatî dayîn de, ji hikumeta Gallerê tê xwestin ku bi awayekî fermî ji CPT’ê daxwaz bike ku biçe serdana Îmraliyê.

Berxwedana Îmam Şîş a li bajarê Newport ê Gallerê kete roja xwe ya 93’an. Lewre berxwedan li Meclîsa Xweser a Gallerê jî bû rojev. Di rûniştina duh ya li Meclîsa Gallerê hatî kirin de Serokê Giştî yê Plaid Cymruyê Adam Price, ji bo pêşniyarpirsa ku wê îro bi serokê Gallerê re bê nîqaşkirin, banga piştgiriyê kir.

DI PÊŞNIYARPIRSÊ DE EV MIJAR CIH DIGIRIN:

*Li Gallerê bila civaka Kurd a hêja bê naskirin.

* Berxwedêrê ciwan ê Kurd Îmam Şîş, ji 17’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye; tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dike. Divê li dewleta Tirk berpirsyariyên wê yên hiqûqa navneteweyî bên bibîrxistin.

*Bila daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê bên gundarkirin.

*Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê esas bên girtin.

*Bila dewleta Tirk binbbariyên xwe yên mafê mirovan bîne cih.

*Weke Meclîsa Xweser a Gallerê, ji hikumeta Gallerê bê xwestin ku ji CPT’yê bi fermî daxwaz bike ku biçe li Îmraliyê.

Îro di saetên ku pêşniyarpirs li Meclîsê bê nîqaşkirin de wê kurd û dostên xwe li ber meclîsê çalakiyekê pêk bînin.