Li Mannheîmê li dijî mitînga dijberî Îslamê êrîş hat kirin: Kiryar jî di nav de 7 kes birîndar bûn

Li Mannheîmê êrîşkarekî bi kêrê êrîşî mitînga tevgera Pax Europa a dijberê Îslamê kir. Kiryarê ku 6 kesan birîndar kir, ji aliyê polîsan ve hat birîndar kirin.

LI ELMANYAYÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ ÇALAKIYA DIJBERÊ ÎSLAMÊ

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê êrîşkarekî bi kêrê êrîşî mitînga tevgera Pax Europa kir ku dijberî Îslamê ye û 6 kes birîndar kir.

Polîs kiryarê kur hat diyarkirin Efxanî ye bi giranî birîndar kir. Mifetişên têkoşîna bi terorê re dest danîn ser bûyerê.

Rayedarên polîsan diyar kirin ku di êrîşê de 5 endamên Pax Europa û polîsek birîndar bûye. Hate hînbûn ku birîdaran rakirine nexweşxaneyê û hinek ji wan jî bi lezgîn kirine emeliyatê.

Tê diyarkirin ku endamê rêveberiya Pax Europa Michael Sturzenberger jî di nava birîndaran de ye.

Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Faeser diyar kir ku dibe ku sedema êrîşê piroletiya olî û siyasî be.

Şaredarê Mannheîmê Christian Specht jî bûyerê weke êrîşeke “terorîst” bi nav kir.

Lê Wezîrê Karên Hundir ê herêma Baden-wurttemberg ku Mannheîm lê ye, got hin zû ye ku derbarê bûyerê de spekûlasyon bên kirin.