Li Malî êrîş li yekîneyên artêşê hat kirin: Gelek kes mirin
Li Malî, ku tevî çeteyên El Qaîdeyê, alîgirên serxwebûnê Berberî jî têdikoşin, êrîşek li yekîneyên artêşê hat kirin. Di êrîşê de herî kêm 5 leşker mirin.
Li Malî, ku tevî çeteyên El Qaîdeyê, alîgirên serxwebûnê Berberî jî têdikoşin, êrîşek li yekîneyên artêşê hat kirin. Di êrîşê de herî kêm 5 leşker mirin.
Li cihekî navbera herêmên Segoû û Moptî yên li herêmên navîn ên welêt e, li dijî wesayîtên leşkerî êrîşek bi mayînan hat kirin. Di êrîşê de herî kêm 5 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya artêşa Malî, êrîş ji aliyê 'terorîstan' ve hatiye kirin û lê agahî nehat dayîn bê êrîş ji aliyê kîjan komê ve hatiye kirin.
Şerê ku di sala 2012'an de bi Berberiyên alîgirê serxwebûnê û El Qaîde ya Magrebê re dest pê kir, di sala 2013'an de qediya bû. Ji hingî ve mîsyona Neteweyên Yekbûyî ku leşkerên Fransa û Elman jî di nav de hene, li vî welatî wezîfedar e.
Herî dawî Elmanyayê duh dabû xuyakirin, ku ew ê helîkopterên leşkerî bişînin vî welatî.