Li Malezyayê şewat li dibistana Quranê derket: 24 kes mirin
Li Malezyayê, li dibistaneke ku perwerdeya Quranê dida şewat derket. Di bûyerê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Malezyayê, li dibistaneke ku perwerdeya Quranê dida şewat derket. Di bûyerê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Malezya Kûala Lûmpûrê, li dibistaneke ku perwerdeya Quranê dida, şewat derket. Hat ragihandin, 24 şagirt û wezîfedarên dibistanê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane.
Rayedaran li ser mijarê agahî da û diyar kirin, ku şewat sibeha roja Pêncşemê rû daye û 22 şagirtan û 2 wezîfedaran jiyana xwe ji dest dane.
Dîmenê şewatê li çapemeniya herêmî hatin weşandin û tê dîtin ku nivînên li qatê jorê yê dibistanê û paceyên wê şewitîne.
Tê gotin, dibistana bi navê "Tahfîz Darûl Quran Ittîfaqiyah" bê destûrnameyê dihate xebitandin.