Li Madagaskarê metirsiya birçîbûnê

Madagaskar yek ji wan welatan e ku germahiya avhewayê herî zêde bandorê lê dike. Li Madagaskarê mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Midûrê Bernameya Xurekê ya Cîhanê David Beasley diyar kir ku bi guhertina avhewayê re dawiya gelek welatan wê mîna 'fîlmê tirsê' be.

Madagaskar jî yek ji van welatan e. Birçîbûna li vî welatî mirovan neçar dihêle ku kuliyan, pelên kaktus, yan jî heriyê bixwin.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku Madagaskar yekemîn welat e ku tecrûbeya krîza birçîbûnê ya ji ber guhertina avhewayê kiriye.

Beasley got, "Rewşa heyî pêwendiya xwe bi ziwatiya bi salan a li welêt heye" û piştî serdana li Madagaskarê ji bo rewşê ev şîrove kir, "Bûyerên ku diqewimin mîna fîlmê tirsê ye."

Midûra Başûrê Efrîkayê ya Bernameya Xurekê ya Cîhanê Lola Castro ku di dema serdanê de bi Beasley re bû, rewş bi gotina "dramatîk" pênase kir. Castro diyar kir ku rojên hîn xerabtir wê bên.

Lola Castro got, "Mirov li ber sînorê birçîbûnê ne. Sedema wê jî guhertina avhewayê ye. Encamên wê bandoreke giran li mirovan dike" û xwest ku li dijî vê yekê tavilê bikevin nava hewldanan.

David Beasley jî got, "Ev mirovên ku ti bandora wan li ser guhertina avhewayê nîne, bi encameke gelekî giran a vê guhertinê re rû bi rû ne."

Hate ragihandin ku birçîbûn herî zêde li başûrê welêt heye. Neteweyên Yekbûyî beriya mehekê hişyarî dabû ku milyonek mirov di nava rîska birçîbûnê de ne.