Li Karabîkê goristaneke mezin a koleyan hate dîtin

Li girava Saint-Eustache ya giravên Karabîkê ku ser bi Hollandayê ve ye, goreke koleyan hate dîtin. Ev goristan ji bo hînbûna rabirdûya şêniyên giravê dikare derfetan pêşkêş bike.

Li girava Saint-Eustacheyê ku yek ji giravên Karabîkê ye û bi ser Hollandayê ve ye, goristaneke koleyan hate dîtin. Ji bo paşhatinên koleyan, ev yek ji bo fêhmkirina koka xwe gelekî girîng tê dîtin.

Ji şêniyên girava Saint-Eustacheyê Cherees Timber got, "Têkildarî dîroka malbata xwe bi tiştekî nizanim. Tenê kalik û pîrika xwe nas dikim. Nizanim bê ji ku hatine yan jî li ku mezin bûne."

Piraniya şêniyên girava Saint-Eustacheyê paşhatinên koleyên Efrîkî ne. Di mijara hînbûna rabirdûya malbata xwe de gelek pirsgirêk û astengiyan dibînin. Nizanin ku pêşiyên wan ji kîjan herêma Efrîkayê, ji kîjan welatî hatine. Mîna Cherees Timber ji bo piraniya şêniyên giravê, dîtina gora koleyan ji bo hînbûna rabirdûya xwe gaveke girîng e.

Ji berpirsyarên qada kolandinê Ruud Stelten jî diyar kir ku her roj ew tiştekî nû dibînin û got, "Ji texmînan zêdetir em tiştan dibînin. Gelek peyker û diyariyên bi miriyan hatine binaxkirin hatin dîtin. Ev yek jî gaveke gelekî girîng e, em dikarin rabirdûyê hîn bibin."

Goristana hatiye dîtin yek ji goristanên herî mezin ên koleyan ên li Karabîkê ye. Li goristana ku heta niha 53 cesed hatine dîtin, piraniya kesên hatine veşartin mêrên Efrîkî bûn ku li nava zeviyan dihatin xebitandin. Midûrê navenda lêkolîna arkeolojîk a Saint-Eustacheyê Alexandre Hinton diyar kir ku ew texmîn dikin, li vê sîsteyê zêdeyî sed cesed hene.

Girava Saint-Eustache ku bi dorê kete bin dagirkerî û mêtingeriya Fransa, Hollanda û Brîtanyayê, di sedsala 17'an de yek ji navendên herî girîng ên bazirganiya cîhanê bû. Girav weke 'Zinarê Zêrîn' dihate pênasekirin.

Ev vedîtina dawî, ji bilî dîroka ku ji aliyê xwediyê koleyan ve hatiye nivîsandin ji bo arkeolog û dîroknasan derfeteke nû pêşkêş dike.