Li Kanadayê ji ber germahiya zêde 134 kes ji nişka ve mirin

Li herêma Vancoûver a Kanadayê di rojên dawîn de bi dehan kes ji nişka ve mirin. Tê diyarkirin germahiya ku bûye 49.5 derece bûye sedema mirina van kesan.

Polîsên federal ên Kanadayê û polîsê Vancoûverê daxuyanî dan û diyarkirin ji roja Înê û heta niha li herêma metrolopol a Kanadayê herî kêm 134 kes ji nişka ve mirine. 

Berdevkê polîsên Vancoûverê Steve Addîson got “Li herêma Vancoûverê heta niha germahiyeke wisa nehatiye dîtin û mixabin bi dehan kes mirine.”

Serwîsên tipa edlî diyar kirin ji dawiya hefteyê û heta niha gelek kes mirine û germahiya zêde jî bandor li vî tiştî kiriye.

Ji Înê heta Duşemê li herêmê 233 mirin hatin qeydkirin. Di demên normal de, di wê serdemê de 130 kes dimirin.

Li gundê Lytton ê bakurê rojhilatê Vancoûverê jî sê rojan germahî 49.5 derece bû.