Li Kalîforniyayê şewata duyemîn a herî mezin

Li eyaleta Kalîforniyayê ya DYE şewata duyemîn a herî mezin didome.

Li gorî bîlançoya dawîn a ku serwîsa itfaiyeyê roja Yekşemê eşkere kiriye, şewatê di 13’ê Tîrmehê de dest pê kiriye û heta niha 198 hezar hektar qad şewitiye. Ev qas bi qasî Los Angelesê ye.

Li Kalîforniyayê gelek caran daristan dişewitin lê di demên dawîn de ji ber guherandina avhewayê şewat gurtir bûye. Roja Yekşemê li eyaletê li 11 cihan şewat didomiya.

Li Kalîforniyayê heta niha ji nav 10 şewatên herî mezin 7 heb jê piştî sala 2017’an pêk hatiye. Di sala 2002’an de 6 şewatên mezin çêbû.

Li gorî texmîna itfaiyevanan şewat wê beriya 20’ê Tebaxê netefe. Ji ber şewatê heta niha 370 mal û avahî şewitîne.