Li Kabîlê teqîneke mezin çêbû

Li nêzî herêma kesk ya Kabîlê ku paytexta Efganistanê ye piştî dengê çekan, dengê teqîneke mezin hat.

Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê piştî dengê çekan, dengê teqîneke mezin hat. Tê gotin ku teqîn li nêzî herêma kesk ya di bin ewlekariyeke bilind de ye pêk hatiye.

Her wiha bazareke qerebalix jî li rex wê herêmê hene ya ku gelek nûnertiyên dîplomatîk tê de hene.

Rayedarekî ewlekariyê diyar kir ku ew texmîn dikin teqîn bi wesayîteke bombekirî pêk hatiye. Her wiha tê gotin ku di wê êrîşê de parlementerek bûye hedef.

Çavkaniyên polîsan ragihandin ku 2 êrîşkar hê jî li herêmê ne.

Çavkaniyê nexweşxaneyê jî di daxuyaniya li ser hesabên medya dîjîtal de danî diyar dikin ku heya niha 6 kes ji bo dermankirinê anîne nexweşxaneyê.

Heta niha tu kesan ev êrîş negirtine ser xwe.