Li Iraqê li ser baregeha leşkerên DYE'yî 2 drone hatin xistin

Li rojavayê Iraqê, li ser baregeha hewayî ya Ayn El Esadê 2 drone hatin xistin.

Li gorî daxuyaniya ji artêşa Iraqê hate kirin, piştî ku êrişên li herêmê zêde bûn, sîstema parastina hewayî C-RAM ji aliyê artêşa Emerîkî ve li baregeha Ayn El Esad hate bicihkirin û vê sîstemê sibeha Yekşemê 2 drone anîn xwarê.

Çend saet beriya vê êrişê li Baregeha Bexdayê bi roketan êriş hatibû kirin. Di êrişê de tiştek bi kesî nehatibû.

Komên Iraqî çend meh in, rêbaza droneyan ku li Yemenê li dijî Siûdiyan tê bikaranîn, li Iraqê li dijî hedefên Emerîkî têne bikaranîn.

Leşkerên Emerîkî Jî komên alîgirê Îranê sûcdar dikin.

Ji destpêka salê û vir ve li dijî hedefên Emerîkî 39 êriş hatin kirin ku hin ji wan ji aliyê komên alîgirê Îranê ve hatin kirin. Piştî her êrişê Washîngton komên alîgirê Îranê sûcdar kir.