Li Iraqê êrîşî heciyên Şîa hate kirin: Herî kêm 50 kes mirin

Di herdu êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê Iraqê lidar xistin de Îranî jî di nav de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest da.

Êrîşa yekem a çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Nasiriye yê Şîayan ku li serê rêya mezin li hember restorantekê pêk hat, ya din jî bi wesayîteke bombebarkirî li dijî nuqteya ewlekariyê hate lidarxistin.

Li gorî Berdevkê Wezîrê Karê Hundir ê Iraqê Saad Mann, di êrîşan de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest daye, di nava kesên hatine kuştin de Îranî jî hene. Di êrîşa ku 87 kes birîndar bûn de, fikar hene ku mirina kesan zêde bibe.

Tê texmînkirin ku êrîşa duyemîn a li hember restorantê ku hate kirin, piranî heciyên Îranî û tûrîst diçûnê ve hatiye hedefkirin. Hat diyarkirin ku yên li ser vê rêyê re derbas dibûn diçin Necef û Kerbelayê.

Hat destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku êrîş pêk anîne, cilên milîtanên Şîa Heşdî Şebî li xwe kirine, çeteyan êrîş girtiye ser xwe.