Li Iraqê bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê hate kirin

Li rojavayê Iraqê li qada çolê bi roketan êrişî baregeheke leşkerên Emerîkayê hate kirin.

Çavkaniyeke ji ewlekariyê ji AFP’ê re axivî û got “Bi roketan li baregeha hewayî ya Ayn El Esadê hate xistin.”

Washîngtonê ev êriş xist stûyê alîgirên Îranê.

Komên ku pişta Îranê digirin ji bo ku 2500 leşkerên Emerîkayê ji Iraqê derkevin kampanyayekê didomînin.

Di demên dawîn de avêtina roketan û bicihkirina bombeyan a li kêleka rêyan zêde bû.

Ji nîveka Nîsanê û heta niha çar caran bi droneyan êrişî hêzên Emerîkayê hate kirin.

DYE dixwaze li Iraqê pergalên parastina hewayî ya Patrîotê bi cih bike. Bi pergala C-RAM’ê gelek êrişên bi roket hatin astengkirin.

DYE deh roj berê diyar kiribû kî derbarê van roketavêjan agahiyan bidin wan ew ê sê milyon dolar xelatê bide wan.