Li Idlibê beriya operasyona mezin şer dijwar dibe

Hêzên hewayî yên Rûs ev çend roj in êrîşa hewayî nabin ser Idlibê, lê artêşa Sûriyê beriya êrîşa mezin operasyon li gelek niqteyan kir.

Haziriya operasyonê ya li ser Idlibê didome. Dewleta Tirk hewl dide çeteyên xwe yên li herêmê û hebûna xwe ya li herêmê biparêze. Piştî civîna 7'ê Îlonê ya  navbeyna Rûsya, Îran û Tirkiyê çavê her kesî lê ye bê ka operasyona li ser Idlibê wê kengî dest pê bike. Artêşa Tirk jî teqwiye şandiya ser niqteyên xwe yên leşkerî yên li herêma Idlibê.

Wiha xuya dike ku balafirên şer ên Rûs ev sê roj in li Idlibê naxe. Balafirên Rûs û Sûriyê Pêrşemê êrîşa hewayî birin ser herêma Idlibê ku ev herêm piranî ji hêla Heyat Tahrîr El Şam ve hatiye dagirkirin, ku ev Tahrîr El Şam ji hêla Nusra ve hatibû damezirandin.

Lê li gel vê jî rejîma Sûriyê topan davêjê herêmê. Pêrşemê artêşa Sûriyê ji bejahiyê ve êrîşeke giran bire ser Idlibê. Kozikên çeteyan, ên di navbeyna Hema û Idlibê de bûne hedefa vê êrîşê.

General Suheyl El  Hesen operasyon bire ser gelek jîgehên ku li başûrê Idlibê di kontrola çeteyan de ne.
Hin pisporan ji van operasyonan re gotin, ''pêş operasyonên beriya êrîşa mezin''. Di şer de ji her du aliyan jî kes mirin. Yek ji serek çeteyan Emû Omer El Dîmaskî, li gundê Latamînahê ya bakurê Hemayê hate kuştin.
Desthilatên Rojavayî û NY dibêjin dibe ku bobelateke mirovî çebibe û hewl didin pêşî li operasyonê bigirin.

Alîkare Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karê Mirovî yê NY'yê got, dibe ku li Idlibê bobeleta herî xirab a mirovî, ya sedsala 21'ê çêbibe. Li gorî NY'yê ji destpêka Îlonê ve ji ber bombekirinan 28 hezr û 500 kes ji Idlibê derketin.