Li Hîldesheîmê ji bo azadiya Ocalan çalakiya 4 rojî

Li Elmanya Hîldesheîmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke ji bo 4 rojan hate destpêkirin.

Li Elmanya Hîldesheîmê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li rex Dêra St. Jakobî standek hate danîn û 4 rojan vekirî bimîne. Çalakî di navbeyna saet 16.00-18.00’an de wê bidome.

‘MESELE BI AZADIYA OCALAN DIKARE ÇARESER BIBE’

Berdevka Komuna Jina Meryem Hayat Donma, ku çalakî ji hêla Komunê ve hatiye organîzekirin got, ‘’Em bi vê çalakiyê pêşî xwecihên vir agahdar dikin. Em dixwazin dengê xwe bigihînin her kesî. Meseleya Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan dikare çareser bibe. Ev nêzî 20 salan e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê hiqûqî li Girava Imraliyê tê girtin.’’

‘RÊBERÊ BI MILYONAN E’

Endama Komuna Jinan a Meryem Xeco Donma jî got: ‘’Ez pêşî azadiya Rêberê Gelê Kurd dixwazim. Tecrîd her ku diçe girantir dibe, nahalin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Kurd nizanin bê ka dijî yan na jî. Ev ne hiqûqî ye û ne dadmendî ye. Abdullah Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye. Rêberê bi kêmanî 40 milyon Kurd e.

BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWÎ

Yekîtiya Ewropayê divê li ser dewleta Tirk zextê zêde bike û Ocalan azad bibe. Çawa ku Amerîka, Rûsya û Ewropayê Ocalan radestî Tirkiyê kirin, wiha divê ji bo azadiya wî jî bixebitin. Rehînkirina Ocalan tê maneya mirina jin û zarokan. Heta ku Ocalan girtî be wê komkujî hebin û qirkrin hebe. Azadiya Ocalan demokratîkbûn, aştî, wekhevî û azadî ye. CPT demildest divê biçe Imraliyê û raporeke rasteqîn hazir bike.’’

Di alakiyê de gelek dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin û her wiha danezanên bi navê #FreeOcalan hatin belavkirin.