Li Ganayê karê ji bo jinûve avakirina daristanan

Li Ganayê, di çarçoveya 'Operasyona Gana ya Kesk' de bi milyonan dar hatin çandin û gelek herêm bi vî rengî bû şênkahî.

Li Ganayê di çarçoveya 'Operasyona Gana ya Kesk' de li gelek herêman bi milyonan dar hatin çandin.

Li Ganayê ji ber talana daran û wêrankirina çavkaniyên binerdê bi rengekî fermî û qaçax, daristan ji holê hatibûn rakirin.

Hemû beşên civakê tevlî karê çandina daran dibin.

Li Peravên Diranê Fîlan jî polîtîkaya çandina daran hate afirandin ku heta sala 2030'î tê xwestin ku qadeke ji şeş milyon hektarî ya çandiniyê bê avakirin.

Daristana li herêmê ku di salên 1960'î de bi milyonan hektar bû, li gorî pisporan daketiye 2 milyon hektarî.