Li Fransayê bi sedan hezar kes daketin qadan

Li Fransayê, Êlek Zer û hawirdorparêz roja Şemiyê daketin qadan. Bi sedan hezar kes meşiyan. Di çalakiyên Êlek Zeran de li Parîsê şer derket.

Meşên ji bo avhewayê û yên li dijî neheqiya civakî û tundiya polîsan roja Şemiyê deng vedan. Bi sedan hezar kes tevlî çalakiyan bûn û bi sê sernavan pêk hatin.

Çalakiyên ji bo avhewayê bi sernavê "Meşa sedsalê" pêk hatin. Li gelemperiya Fransayê 350 hezar kes tevlî çalakiyên li dijî neheqiya civakî û yên ji bo avhewayê bûn. Çalakiyên li Fransayê bi beşdariya zêdeyî 100 hezar kesî pêk hatin.

Di çalakiyên Êlek Zeran û komên otonom de yên li kolana Champs-Elyseesê, di navbera polîsan û Êlek Zeran de şerekî giran qewimî.

Li gorî hejmarên fermî, çalakiyên Êlek Zeran ên li gelemperiya Fransayê bi tevlîbûna 32 hezar û 300 kesî pêk hatin. Tê gotin ku hejmara rastî ya beşdaran zêdetir e. Êlek Zer cara 18'an de roja Şemiyê derdikevin qadan.

Di dema çalakiyên protestoyî de ku hin cih hatin şewitandin, li gorî Wezareta Karên Hundir li Parîsê 200 kes hatin destgîrkirin. Tê gotin, 15 ji wan zarok in. Hate ragihandin bi giştî 42 çalakger, 17 polîs û arkujek li Parîsê di dema çalakiyan de birîndar bûne.