Li Fransa û Kanadayê ji bo Gezen çalakî hatin lidarxistin

Ji bo Zulkuf Gezen ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir, çalakî tên lidarxistin. Li Fransa û Kanadayê di çalakiyan de ji bo berxwedanê banga xwedîderketinê hate kirin.

Çalakiyên ji bo Zulkuf Gezen dewam dikin.

Li bajarê Montpellier ê Fransayê ji bo Zulkuf Gezen meş û mîtîng hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ki Parka Peyrou Pitotê li hev civiyan heta meydana Comedie meşiyan.

Di meşê de gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Qisekeran jî diyar kirin ku çalakiya Zulkuf Gezen banga li dijî xemsariyê ye û bang li gelê Kurd hate kirin ku li dijî faşîzmê li ber xwe bide.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk silav da Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê çalakiya fedayî pêk anîn. Çalakiya ji bo silavkirina Gezen li navenda bajêr pêk hat û dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Em bi te re ne Leyla Guven", "Freedom for Ocalan" hatin qîrîn. Di çalakiyê de li ser mijarê daxuyaniyek hate dayin.