Li Frankfurtê li dijî tecrîdê çalakî pêk hat

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî li Frankfurtê çalakî pêk hat.

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê meş û mîtîng pêk hat. 

Mîtînga ku bi pêşengiya Navenda Kongreya Civaka Demokratîk (NKCD) a Frankfurtê li ber Gara Trenê ya Frankfurtê pêk hatî, sedan kesên ji bajarên Frankfurt, Hanau, Offenbach, Darmstadt, Gissen û Mainzê hatî tevlî bûn. Meşa ku duh saet 16.00’î de pêk hatî û heta qada Romer dewam kirî, wêneyên berxwedêran hatin rakirin. 

Heta dawiya meşê, tim dirûşmeyên, "Bijî berxwedane Leyla Guven", "Terorîst Erdogan" û "Bijî berxwedane zindanan" hatin berzkirin. 

Meş li qada Romerê bi mîtînga hatî kirin, bi dawî bû. 

Di mîtîngê de banga xwedîderketina berxwedana grevên birçîbûnê hatin kirin.