Li Fîlîpînê balafira leşkerî keta xwarê ku 85 kes tê de bûn

Li Fîlîpînê balafireke leşkerî kete xwarê, ku 85 kes tê de bûn û agir bi balafirê ket. Tenê 15 kes hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Fîlîpînê, balafira ku herî kêm 85 kes tê de bûn roja Yekşemê li Başûrê Fîlîpînê kete xwarê.

Balafira bi tîpa C-130 dema ku hewl dida dakeve Girava Jolo, kete xwarê. Di hundirê balafirê de yekîneyên leşkerî hebûn ku di bin navê 'Têkoşîna li dijî terorîzmê' ji Girava Jolo re dihatin şandin.

Ji balafira ku agir pê ket tenê 15 kes karîbû bêne rizgarkirin. Rayedaran diyar kirin ku tîmên rizgarkirinê li qadê ne û hêvî dikin hin kesên din jî rizgar bikin.

Li Başûrê Fîlîpînê rêxistineke Îslamî ya bi navê Ebû Sayyaf heye ku bi taybetî ji aliyê Washîngtonê ve weke 'terorîst' tê pênasekirin. Ev rêxistina ku gelek êriş kiriye, gelek caran tûrîst û mîsyonerên Xiristiyan revandin.