Li Fîlîpînê balafira leşkerî kete xwarê: Herî kêm 17 kes mirin

Li Fîlîpînê balafireke leşkerî ku yekîneyên leşkerî tê de bûn, kete xwarê. Herî kêm 17 kes mirin, 40 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nû, li Başûrê Fîlîpînê roja Yekşemê balafireke leşkerî kete xwarê ku 92 kes tê de bûn.

Balafira leşkerî ya bi tîpa C-130 dema ku hewl dida xwe deyne Girava Jolo ya li eyaleta Sûlû kete xwarê.

Li gorî daxuyaniya artêşa Fîlîpînê di bûyerê de 17 kes mirin, 40 kes jî birîndar bûn.

Li Başûrê Fîlîpînê rêxistineke Îslamî ya bi navê Ebû Sayyaf heye ku bi taybetî ji aliyê Washîngtonê ve weke 'terorîst' tê pênasekirin.

Ev rêxistina ku gelek êriş kiriye, gelek caran tûrîst û mîsyonerên Xiristiyan revandin.