Li Endonezyayê di karesata lêhiyê de nêzî 80 kes mirin

Li herêma Papûa ya Endonezyayê lehî rabibû û hate gotin ku bi kêmanî 80 kes mirin.

Lêhî bi taybet li Sentayiyê ku 20 kîlometre dûrî paytexta Jayapurayê ye rabibû.

Ava li herêmê yekser bilind bûbû û di encamê de bi dehan kes mirin. Li gorî bîlançoya herî dawî ya rayedaran 79 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn û nêzî 6 hezar kes jî hatin tehliyekirin. Herî kêm 43 kes jî winda ne.

Rayedaran ragihandin ku li herêmê ji ber hezîna xakê karesatên lêhiyê çêdibin.

Di lehiyê de li gelek malan zirar çêbû û hikûmetê 14 rojan rewşa awarte îlan kir.

Li Endonezyayê ji meha Cotmehê heta Nîsanê bê navber lêhî çêdibin. Meha Çileyê li girava Sûlawesî jî lêhî rabîbû û herî kêm 70 kes miribûn.