Li Endonezyayê bi pîleya 6,1 erd hejiya
Li nêzî Giravên Malûkû yên li rojhilatê Endonezyayê bi pîleya 6,1 erd hejiya.
Li nêzî Giravên Malûkû yên li rojhilatê Endonezyayê bi pîleya 6,1 erd hejiya.
Li gorî enstîtuya jeofîzîkê ya Emerîkayê li 127 kîlometre rojhilatê Ternatê erd hejiya. Piştî erdhejê ji bo tsûnamiyê hişyarî nehate kirin û li gorî agahiyên pêşîn xisareke girîng tune.
Di meha Çileyê de jî li Girava Sûlawesî ya Endonezyayê bi pîleya 6,2 erd hejiyabû û nêzî 100 kesî miribûn. Li Endonezyayê ya ku gelek tevgerên sîsmîk lê hene, car caran erd diheje û volkan dipeqin.
Li herêma Palû ya Giraa Sûlawesî di Îlona 2018’an de bi pîleya 7,8 erd hejiyabû û 4300 kes miribûn. Herî kêm 170 hezar kes jî neçar mabûn koç bikin.
Di sala 2004’an de jî li nêzî Sûmatrayê bi pîleya 9,1 erd hejiya û tsûnamî pêk hatibû. 170 hezar kes jê li Endonezyayê bi giştî 220 hezar kes miribûn.