Li Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li Şengalê tên şermezarkirin

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Şengalê di serî de bajarê Hannover ê Elmanyayê, li gelek cihan bi girseyî tên şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku îro li dijî şengalê pêk anîn, li Elmanyayê li pêşiya HBF a li bajarê Hannoverê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin.

Hevserokê HCÊ Tarik Hemo, ji Çira TV’yê re axivî û anî ziman ku niha li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan destpê kiriye û wê dema pêş jî bidomin.

Hemo anî ziman ku, “Di cejna vejînê 15'ê Tebaxê de êrîşkirina li dijî Şengalê, armanckirina hebûna gelê Kurd e. Di serî de ciwan, bang li her kesî dikim ku li dijî vê êrîşê derkevin.”