Li Elmanyayê bakteriya ESBL li nava goşt hate dîtin

Li nava goştê heywanên bi bask ên li marketên Elmanyayê tên firotin, di encama lêkolînekê de bakteriya ku dikare li hemberî antîbiyotîkê li ber xwe bidin hate dîtin.

Li ser pêşnûme pirsa Partiya Keskan, Wezareta Çandiniyê ya Elman ragihand, ku di gelek mînakan de bakteriyên rê li ber Beta-Laktamaz a Spektrûma Pêşketî (ESBL) vedikin, hatine tespîtkirin.

Li gorî vê yekê, wezaretê par di nava 418 mînakên ji goştên mirîşkan girtî, li 208 nimûneyan ev bakterî dîtiye. Di lêkolîna li ser goştê elokan de, ji nava 459 nimûneyan 178 nimûne bi vê bakteriyê hate tespîtkirin.

Li gorî analîzên Enstîtuya Nirxandina Rîzîko ya Federal, ev bakterî ji ber ku li dijî antîbiyotîkê dikare li ber xwe bide, gelekî bi pirsgirêk e.

Li Elmanyayê di lêkolîneke din de, ku berî çend salan hate weşandin, derketibû holê ku goştê heywanên bi bask ên li marketan tên firotin, zerarê didin tenduristiya mirovan.