Li Efganistanê Talîban tê protestokirin

Piştî ku Talîbanê li Efganistanê gelek bajar desteser kir, li bajarên Celalabad, Kunar û Khostê xwepêşandanên protestoyê hatin kirin.

Li gorî nûçeya serwîsa bi Peştûnî ya BBC’ê li sê bajaran xwepêşanderan bi alayên Efganistanê li hemberî rejîma Talîbanê xwepêşandan kirin. Hate ragihandin li bajarê Celalabadê du xwepêşandanan jiyana xwe ji dest dane û li gorî dîmenê ji geliyê Pencşîrê hatiye xwepêşander bi flamayên artêşa berxwedanê ya ku bi navê Tifaqa Bakur tê zanîn, çalakiyê dikin.

Tê diyarkirin ku li Celalabadê xwepêşander alaya Talîbanê datînin û ji dêvila wê alaya Efganistanê bi dar ve dikin.

Welatên rojavayê dinyayê jî hemwelatiyên xwe û xebatkarên xwe yên Efgan jî ji welat derdixînin.

Hollandayê diyar kir ku 40 kes derxistine, Fransayê jî diyar kir ku 25 hemwelatiyên xwe û 184 Efgan ji Kabûlê birine Abû Dhabiyê.

Komîteya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî bang li welatên rojava kir ku bila dersînorkirina penaberên ji Efganistanê bidin sekinandin. Hollanda, Elmanya û çend welatên din dersînorkirina penaberên Efgan dabûn sekinandin.

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî yê ku roja Yekşemê ji welat derketibû jî nayê zanîn li ku ye. Li gorî îddîayan Ganî dibe ku çûbe Ozbekistan an jî Tacikistanê.

Hate ragihandin serokê siyasî yê Talîbanê Molla Abdulganî Baradar û rêveberên rêxistinê wê îro yan jî sibê werin Kabûlê. Tê diyarkirin Baradar wê li vir bi partiyên Efgan re rûnê û ji bo avakirina hikumeta nû wê dest bi xebatan bikin.