Li Efganistanê mamosteyên zanîngehê hatin kuştin
Li bakurê paytexta Efganistan Kabûlê, di dema derbasbûna otobuseke mamosteyên zanîngehê de teqînekê rû da. 2 jê profesor herî kêm 4 kes mirin.
Li bakurê paytexta Efganistan Kabûlê, di dema derbasbûna otobuseke mamosteyên zanîngehê de teqînekê rû da. 2 jê profesor herî kêm 4 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganistanê Tarik Arîan, teqîn li paytexta eyaleta Perwanê li Çarîkarê pêk hat.
Arîan got, "Çar kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn."
Abdullah Abdullah ê ku danûstandinên aştiyê bi Talîbanê re dimeşîne, êriş şermezar kir û got, "êrişeke terorîst e."
Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xw enegirtiye. Tevgera Talîbanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku pêwendiya wan bi êrişê re nîne.