Li Efganîstanê kana madenê rûxiya: 30 kes mirin

Li bakur rojhilatê Efganîstanê, ji ber hilweşîna madeneke zêr herî kêm 30 kes mirin.

Bûyer li navçeya Kohîstanê ya li eyaleta Bedehşanê rû da.

Qeymeqamê navçeyê Mûhammed Rustem Rah ji AFP'ê re ragihand, ji ber hilweşîna madenê herî kêm 30 kes mirine, 7 kes jî birîndar bûne.

Efganîstan yek ji welatên herî xizan e. Lê belê li gorî lêkolîna Emerîkiyan a sala 2006'an çavkaniyên mezin ên zêr, hesin û paxir hene. Tê gotin, nirxê van jî bi qasî hezar milyar dolar e.

Ji bo bikaranîna vê dewlemendiyê pêwîstî bi razemeniyên mezin heye. Bi taybetî pêwîstî bi karekî cidî yê binesazî û ewlekariyê heye. Ev jî ne hêsan e. Li Efganîstanê bi dehan sal in şer bê navber diqewime.