Li Efganistanê êrişa bi wesayita bombebarkirî

Li bajarê Gaznî yê li rojhilatê Efganistanê bi wesayiteke bombebarkirî êrişek çêbû. Herî kêm 5 kes ji ber êrişê mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Walîtiya Gaznî ragihand ku êriş li dijî avahiyeke servîsa îstîxbaratê ya Efganistanê hatiye kirin.

Li gorî walîtî di êrişê de 5 kes mirin, 32 kes jî birîndar bûn. Lê belê midûrê nexweşxaneya Gaznî Baz Mûhammed Hîmmat diyar kir ku piraniya wan leşker 7 kes mirine û 25 kes jî birîndar bûne.

Li gel lihevkirina navbera DYE û Talîbanê jî bûyerên tundiyê li Efganistanê zêde bûne. Talîbanê êrişên xwe yên li dijî hêzên hikumetê zêde kiriye.

Roja Sêşemê li Kabîlê li dijî nexweşxaneyeke jidayikbûnê êrişek hatibû kirin. Doktorên Sînornenas diyar kirin ku êrişkaran ji bo kuştina dayikan êriş kirin. Piraniya wan dayik û zarok herî kêm 24 kes hatibûn qetilkirin. Kesî berpirsyariya êrişê neda ser milê xwe. Rêveberiya Washîngtonê çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyar nîşan da.

Roja Pêncşemê Talîbanê li bajarê Gardez ê li rojhilatê welêt bi qemyoneke bombebarkirî êriş birin ser biryargeheke artêşa Efgan. Talîbanê diyar kir ku gelek leşker hatine kuştin. Rayedarên Efgan jî diyar kir ku 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.