Li DYE’yê tevdîra pakêta teqemeniyê: Ofîsa CNN’ê hate valakirin

Li buroya serokê berê yê DYE’yê Barack Obama, mala namzetê serokiyê Hîllary Clînton û ofîsa CNN’ê ya li New Yorkê jî tê de alarma pakêta gumanbar hate dayîn.

Li buroya serokê berê yê DYE’yê Barack Obama, mala namzetê serokiyê Hîllary Clînton û ofîsa CNN’ê ya li New Yorkê jî tê de alarma pakêta gumanbar hate dayîn.

Avahiya ku CNN jî tê de ye, hate valakirin.

PAKÊTA BI BOMBE JI MALA CLÎNTON RE HATE ŞANDIN

Rayedarên ji DYE’yê diyarkirin ku pakêteke ku teqemenî tê de hebû ji mala Hîllary û Bîll Clînton re hatiye şandin û hêzên ewlehiyê ev pakêt tespît kirine.

Tê diyarkirin pakêteke ku teqemenî tê de heye ji buroya serokê berê yê DYE’yê Barack Obama re hatiye şandin û ev pakêt di destê sibehê de hatiye dîtin.

Hate ragihandin ku li ofîsa CNN’ê ya ku li Manhattanê ye jî ji ber tevdîra pakêta bi bombe hatiye valakirin.