Li DYA'yê agir bi 100 cihan ket

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) agir bi 6 daristanan ket. Rayedaran diyar kirin ku hejmara şewatên niha 100 derbas kiriye û 30 hezar îtfaiyevan ji bo tefandina agir têdikoşin.

Li DYA’yê ji eyalata New Mexîco heta Kalîforniyayê agir gelek cihan ket û nêzî 650 hezar hektar daristan giş bû xwelî. Herî zêde li eyaleta Kalîforniyayê agir bi daristanan ketiye.

Avûstralya û Yenî Zelandayê ji bo tefandinê hin hêzên xwe şandin. Di du rojên dawîn de li DYA’yê hejmara cihên ku agir bi wan ketiye, 100 derbas kir. Rayedarê servîsa meteorolojiyê yê Oklahomayê Jeremy Grams diyar kir, dibe ku agir bi gelek cihên nû bikeve.

Şemiyê bi şev agir bi şeş cihên din ket û 1.250 hektar arazî bû xwelî.

Ji nîvê meha Tîrmehê heta niha li Kalîforniyayê ya ku eyaleta herî qelebalix a DYA’yê ye 10 kesan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan.