Hatineya Amerîkiyên Spî tevî ku ji hatineya ciwanên Reşik û Latînî gelekî zêdetir e, li gorî mezinên xwe ji sedî 21 kêmtir e.
Li gorî daneyên ji aliyê saziya civaka sivîl a bi navê Yoûng Învîncîbles ve hatin nirxandin, di sala 2013'an de nîveka hatineya salane ya ciwanên kêmî 30 salî yên li gelemperiya Amerîkayê 40 hezar 500 dolar e. Ev yek jî tê wê wateyê, ku li gorî nîveka hatineya mirovên ji heman emrî yên sala 1989'an ji sedî 20 kêmtir e.
PERWERDE ZÊDETIR E, HATINE KÊMTIR E
Li gorî heman lêkolînê, ciwanên Amerîkî li gorî nifşekî beriya xwe, daneheviya wan kêmtir e. Hê bêhtir deynê wan heye, neçar in hê bêhtir krediyê bikişînin. Wekî din rêjeya ciwanên xwedî xanî, li gorî sala 1989'an kêmtir e. Di sala 1989'an de rêjeya ciwanên kêmî 30 salî yên xwedî xanî, ji sedî 46 bû. Ev rêje niha ji sedî 43 ye.
Di roja îro de daneheviya şexsî ya mirovan hinekî ji 10 hezar dolarî zêdetir. e Ev yek jî tê wê wateyê ku li gorî sala 1989'an ji sedî 56 kêmtir e.
Li gorî lêkolînê, ji sedî 80 ê ciwanên piştî salên 1950 ji dayik bûn, ji mezinên xwe bêhtir qezenç dikirin. Ev rêje di nava nifşên piştî sala 1980'î de daket ji sedî 50.
Aliyekî din ê di lêkolînê de balê dikişîne ew e ku ji sedî 23 ê ciwanên sala 1990'î xwedî dîploma dibistana bilind bûn. Ev rêje di sala 2015'an de gihîşt ji sedî 35'an. Lê tevî vê yekê jî hatineya wan kêmtir e.
HATINEYA CIWANÊN SPÎ KÊM JÎ BE, JI CIWANÊN REŞIK Û LATÎN GELEKÎ ZÊDETIR QEZENÇ DIKIN
Di lêkolînê de xaleke din a balê dikişîne cudahiya navbera hatineya nîjadan e.
Li gorî vê yekê, hatineya ciwanên Spî li gorî salên 1980'î ji sedî 21 kêm bû û daket 47 hezar 700 dolarî. Di nava vê pêvajoyê de hatineya ciwanên Latîn Amerîkî ji sedî 29 zêde bû û gihîşt 30 hezar 500 dolarî.
Hatineya ciwanên reşik di vê demê de çi be, di heman astê de ma û salane 27 hezar 900 dolar e.
Ev lêkolîn li gorî rêjeya eflasyona ji sala 1989'an heta roja îro û qîmetê pere yê wê demê û niha hatiye hesabkirin.