Li Bexdayê teqîn: 3 kes mirin

Li taxa Şîiyan a paytexta Iraq Bexdayê Sadr Cityê li qada bazarê teqînek pêk hat. Di teqînê de sê kes mirin.

 Fermandariya operasyonên leşkerî ya Bexdayê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku,“Di vê teqînê de ku li qada bazarê ya nêzî sûka Mîrydî ya li Sadr Cityê çêbû, 3 kes mirine, 4 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiya çavkaniyeke ewlehiyê dayî AFP’ê , di nav kesên mirî de jinek û zarokej jî hene. Sedema teqînê hê nehatiye zelalkirin. Rayedaran eşkere kir ku hêj tenê lêpirsîn dane destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê tim li sûka Mîreydî’yê operasyonan pêk tînin. Ev bazar, li Iraqê weke devera ku bi der qanûnî çek tên firotin tê zanîn.

Di meha Hezîranê de jî li maleke Sadr Cityê di depoya çekan de teqîn pêk hatibû û herî kêm 16 kes miribûn.