Li Belûcistanê êrişa bombeyî: 6 paramîlîter mir

Li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê, dema ku wesayiteke hêzên paramîlîter tê de bû derbas dibû, teqînek pêk hat. Di encamê de 6 paramîlîter mirin.

Li gorî çavkaniyên fermî, teqîn êvara Duşemê li bajarokê Bolanê di dema dewriyeya rûtîn de pêk hat. Bolan bi 80 kîlometreyî li başûrê rojhilat ê paytexta Belucistan Kettayê ye.

Hate ragihandin ku di teqînê de 6 paramîlîter mirine û 4 jî birîndar bûne.

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye, lê belê li eyaleta Belûcistanê têkoşînên ji bo xweseriyê heye.

BELÛCÎ

Di destpêka meha Gulanê de 6 leşker di encama êrişeke heman rengî de miribûn û Artêşa Rizgariyê ya Belûcistanê berpirsyarî dabû ser milê xwe. Ev rêxistina ku di sala 1973'an de ava bû, li Pakistanê daxwaza sîstemeke federal dike ku ji gelek herêmên xweser pêk tê. Rêxistin her wiha daxwaza yekbûna xaka "Belûcistana Mezin" dike ku di navbera Pakistan, Îran û Efganistanê de hatiye parçekirin.

Lê belê piştî ku El Qaîde û DAÎŞ ketin herêmê û êriş kirin, daxwazên neteweyî piştguh bûn.

Tê texmînkirin ku nifûsa Belûciyan a li sê welatan nêzî 8 milyon e. Ji vê 6 milyon û 200 hezar li Pakistanê, milyonek û 500 hezar li Îranê û 100 hezar jî li Efganistanê ne.