Li Başûrê Yemenê hefteyeke şer diqewime

Li Başûrê Yemenê, di navbera hêzên hikumetê yên Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike û hêzên Konseya Demkî ya Başûr ku xweseriya xwe ragihandiye, hefteyeke şer diqewime. Roja Şemiyê ji her du aliyan 14 kes mirin.

Şer bi giranî li wîlayeta Abyanê diqewime. Konseya Demkî ya Başûr li dijî hêzên alîgirê hikumetê yên ser bi partiya Îslamî El Islah ku hewl didin bajarê navendî yê wîlayetê Zîncîbarê kontrol bikin, li ber xwe didin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, di şerê roja Şemiyê de 10 jê alîgirên hikumetê 14 şervan hatine kuştin.

Konseya Demkî ya Başûr her wiha ragihand ku wan 40 leşkerên alîgirê hikumetê dîlgirtine û destdanîne ser amûrên leşkerî yên êrişkran. Konseya Demkî diyar kir ku hêzên hikumetê nekarîne ber bi Zîncîbarê bi pêş ve biçin.

Roja Duşemê jî ji herdu aliyan ve herî kêm 10 kes miribûn û gelek kes birîndar bûbûn.

Piştî ku lihevkirina li ser parvekirina desthilatdariyê bi ser neket, Konseya Demkî ya Başûr 26'ê Nîsanê xweseriya xwe ragihandibû.

Li welêt şer di nava şer de tê kirin. Şerê bingehîn di navbera milîsên Hûsî yên piştgiriyê ji Îranê digirin û hêzên hikumetê yên piştgiriyê ji Koalîsyona Ereb digirin diqewime. Hûsî di serî de paytext Sana gelek herêmên bakur kontrol kirine. Li eniya ku Koalîsyona Ereb piştgiriya wan dike jî parçebûneke kûr heye.