Li Başûr Afrîqa bahoz: Bi kêmanî 356 kes mirin

Ji ber bahoza Îdaî ya li Zimbabwe û Mozambîk ên Başûrê Afrîqayê bi kêmanî 356 kes mirin, bi sed hehezarna kes jî ji ber bahozê bibandor bûn.

Wezîrê Derdorparêz ê Mozambîk Celso Correîa ragihand ku pêwîstiya 15 hezar kesî bi alîkariya lezgîn heye. Wezîr ê ji AFP’ê re axivî got: “Li nava malan û banên wan asê mane.” Yek ji bajarê herî zêde bandor bûye Beîra ye.

Wezîr Correîa got: “Dijî, lê pêwîstiya bi lezgîn a derxistinê heye. Divê bi lez bên rizgarkirin. Her kêlî girîng e.”

Li gorî bîlançoya fermî ya bahoza Îdaî ya hefteya borî li Mozambîk û piştre li Zîmbabwe dabû, bi kêmanî 356 kes mirine.

217 kes li Mozambîk, 139 kes jî li Zîmbabwe mirine. Veşartina cenazeyan li her du welatan dewam dike.

Serokkomarê Mozambîk Fîlîpe Nyûsî di serê hefteyê de ragihandinbû ku dibe hejmara miriyan bigihêje hezar kesî.