Li bakurê Groenlandê giraveke biçûk hate dîtin

Zanyaran di nava meha Tîrmehê de li bakurê Groenlandê giraveke nû keşif kirin.

Komek ji zanyarên ji Zanîngeha Kopenhagenê ragihandin ku li bakurê Groenlandê wan mezintirî xaka di binê avê de maye, dîtine.

Zanyaran ragihandin ku girava bênav bi 780 kîlometreyî li bakurê Oodaaqê ye û diyar kir ku ev girav aliyê herî bakur ê cîhanê ye.

Oodaaq weke girava li herî bakurê cîhanê û bi 700 kîlometreyî li başûrê Cemsera Bakur e.

Het niha nav li giravê nehatiye kirin. Hate ragihandin ku girav bi 30 het 60 metreyî ye û 3-4 metre di binê asta deryayê de ye.

Tê gotin ku temenê vê giravê dibe ku di statuya giravên ku temenê wan kurt e, de be.

Nayê zanîn ku girav çiqasî bimîne, lê tê payin bi bahozê ji holê rabe.