Tê gotin ku artêşa Kolombiyayê bi fermana Serokdewlet Îvan Dûqûe êrişî sivîlan kiriye.
Li bajarê ku nifûsa xwe 2.2 milyon mirov e, roja Înê xwepêşandan hatin lidarxistin û di şerê navbera polîsan û sivîlên çekdar de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ DESTPÊKA MEHA NÎSANÊ DEST PÊ KIRIBÛN
Di êrişên dijî çalakiyên şermezarkirinê de ku li gelek bajarên Kolombiyayê li dijî paketa reformê ya hikumetê meha Nîsanê dest pê kirin, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 800 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku 432 kes jî hatin girtin.
Hin rêxistinên civakî yên sivîl ên ku çalakiyên şermezarkirinê û êrişên hêzên dewletê lêkolîn kirin, ragihandin ku polîsan bi zanebûn êriş birine ser sivîlan.
Di serî de bajarên Bogota Medellîn, Calî, Barranqûîlla û N eîvayê li gelek bajaran xelk daketibûn qadan.