Li Amerîkayê têgihîna 'gefê' ya der barê Rûsya ji sedî 82 ye

Li gorî lêkolîneke ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)hatî kirin, 4 ji 5 paran diyar dikin ku 'têkildarî Rûsyayê fikarên wan hene'.

Li gorî lêkolîneke Reuters-Ipsos'ê ku di navbera 9-12’ê Çilê de hatî kirin, hejmara welatiyên DYA'yê ku Rûsyayê weke taloke dibînin, li gorî salên bihurî zêde bûne.

Rêjeya welatên Amerîka ku Adara 2015’an Rûsya ji bo xwe weke 'gef'ekê didîtin ji sedî 76 bûye, di ankêta dawî de bû ji sedî 82.

Li gorî anketê, rêjeya ku Rûsyaya weke gefê dibînin, kêmtirîn wê rêjeyê ne ku Koreya Bakur weke gefê dibînin. Rêjeya kesên ku Îran, Çîn, Sûriyê, Erebîstana Siûdî, Kuba û Yemenê weke gefê dibînin, li gorî yên ku Rûsyayê gefê dibînin kêmtir bûn.

Di vê têgihîna gefê de tê gotin ku bandora wan îdîayên ku dibêjin Rûsyayê dest di hilbijartina werdaye, heye.

Lê xaleke din a balkêş jî ew e ku, sempatîzanên Partiya Komarparêz Rûsyayê weke taloke dibînin, her çendî Donald Trûmp peyamên germ ji bo Rûsyayê bide jî.

Li gorî ankêta Reuters-Ipsosê, ku li ser înternetê hatiye kirin, li 50 eyaletî 1169 kes tevlê bûye, ji van 490 hilbijêrên Partiya Demokrat, 475 jê jî hilbijêrên Partiya Komarparêz in.