Li Afganîstanê êrîşa bombeyî: Bi dehan kes mirin

Li paytexta Afganîstan Kabîlê li dijî avahiya parlementoyê du êrîş hatin lidarxistin. Di êrîşan de bi dehan kes mirin.

Di encama êrîşa çeteyên Talîbanan a li dijî avahiya Parlementoyê de, bi dehan kes ku piraniya wan xebatkarên parlementoyê ne jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê 2 kesan ve pêk hatiye, kesê yeke bi wesayîta bombebarkirî û yê din jî bombeya li ser barkirî êrîş li dar xistiye.

Li gorî Wezîrê Tendirûstiyê, hêjmara kesên mirî yên anîn nexweşxaneyê 24, herî kêm 70 kes jî birîndar in. Lê li gorî agahiyên herêmî herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Helmand ê Afganîstanê di saetên danê sibehê de êrîşek hatibû lidarxistin û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

Li gorî saeta herêmî di saet 17:00'an de Talîbanan êrîş girt ser xwe.