Li Afganîstanê êrîş: Herî kêm 50 kes mirin

Li Afganîstanê, di êrîşan de ku Talîbanê li xwe girt, herî kêm 50 kes mirin.

Li paytexta Afganîstan Kabîlê, hejmara mirovên di du êrîşên dijî avahiya parlamentê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 30 kesî. Di êrîşan de herî kêm 80 kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din, li wîlayetên Kandahar û Helmand ên li başûrê welêt, êrîşên bombeyî hatin kirin. Êrîşa li Kandaharê li dijî mêvanxaniya walîtiyê hat kirin. Di êrîşê de Walî û Sefîrê Bilind ê Emaretên Ereb ên Yekbûyî birîndar bûn. Di êrîşê de 12 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Helmandê jî di êrîşa xwekujî de 7 kes mirin. Her wiha wesayîteke bombebarkirî jî hat rûxandin.

Talîbanê ev êrîş li xwe girt.