Li Îtalyayê lehî rabû: Herî kêm 11 kes mirin

Li başûrê Îtalyayê ji ber barana zêde ji nişka ve lehî rabû û herî kêm 11 kes mirin.

Lehî li parka neteweyî ya Pollino ya li Calabriayê pêk hat.

Li gorî Saziya Parastina sivîlan a Îtalyayê, herî kêm 11 kes li ber lehiyê çûne û mirine. Hate ragihandin ku 17 kesên li neqeba Raganello ku bi geştiyariya xwe ve tê nasîn, 17 kes hatine rizgarkirin, ji van 6 kes birîndar in. Hate ragihandin ku nexweş rakirine li nexweşxaneya Consence û rewşa wan baş e.

Neqebên Raganello yên nêzî bajarê Cavita ne ku bi geştiyariya xwe ve tên zanîn, gelek kes bê rêzan diçin û lê digerin. Lewre rayadaran ragihand ku ji ber vê yekê dibe ku hejmara kesên winda dibe ku zêdetir be.