Li Îtalyayê bîlançoya rêya ku hilweşiyabû: 39 kes mirin

Li bajarê Cenova yê Îtalyayê ji ber ku pira otobanê hilweşiya herî kêm 39 kes mirin.

Li Cenova ya ku li bakurê Îtalyayê ye pira ku 1.18 kîlometre bû, beşa wê ya 200 metre hilweşiya. Ev pir di navbera salên 1963 û 1967’an de hatibû avakirin.

Li gorî agahiyên ku saziyên fermî dane, herî kêm 39 kes mirine û 12 jê bi giranî, 15 kes jî birîndar bûne. Tê diyarkirin ku çend kes jî winda ne. Ji ber hilweşandina pirê 3 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber hilweşandina pirê 35 otomobîl, çend kamyon ji 45 metreyan ketine erdê.

Wezîrê Jêrsazî û Veguhêziyê Danîlo Tonînellî ji bo ku îstîfa bikin bang li rêveberên şîrketa otobanê kirin û lêkolîn li ser şîrketê dan destpêkirin.

Alîkarê Serokwezîr Lûîgî Dî Maîo diyar kir ku hilweşandina pirê ne qeder e û got “Divê kontrola wê bihata kirin.”