Li Îngilîstanê bermahiyên ji serdema Romayê hatin dîtin
Ji ber havîna îsal li Brîtanyayê germ û ziwa derbas dibe, wargeheke ji serdema Romayê hate dîtin.
Ji ber havîna îsal li Brîtanyayê germ û ziwa derbas dibe, wargeheke ji serdema Romayê hate dîtin.
Ji bo keşfkirina wargeha li nava zeviyan hatiye dîtin, arkeologan ji ezmên wêne kişandin.
Di wêneyan de bermahiyên ji serdema Romayê bi rengekî vekirî tên dîtin.
Dîrektorê Hîstorîc England Dûncan Wîlson got, "Pêla hewa germ kir ku arkeolog karibin bermahiyên dîrokî bi zelalî bibînin."