Li Çînê wê êdî malbat karibin sê zarokan bînin dinyayê
Ji ber ku nifûsa Çînê kal û pîr dibe, rayedaran pêşiya vî tiştî vekirin ku malbat karibin sê zarokan bînin dinyayê.
Ji ber ku nifûsa Çînê kal û pîr dibe, rayedaran pêşiya vî tiştî vekirin ku malbat karibin sê zarokan bînin dinyayê.
Di sala 2015’an de biryar hatibû dayîn ku malbat êdî dikarin du zarokan bînin dinyayê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çînê ya Nû sînordariya du zarokan hatiye rakirin û wê malbat karibin sê zarokan bînin dinyayê.
Piştî eşkerekirina hejmartina nifûsê ev biryar hate dayîn. Li gorî encamê li Çînê ya ku welatê herî qerebalix ê dinyayê ye, rêjeya jidayikbûna pitikan kêm dibe.
Par nifûsa Çînê 1,411 milyar bû. Li gorî hejmartina di sala 2010’an de nifûsa welat di 10 salan de ji sedî 5,35 zêde bûye. Ji sala 1960’an û vir ve ev wekî rêjeya herî bilind tê nirxandin.
Li gorî texmînan wê nifûsa Çînê di sala 2027’an de bigihêje lûtkeyê û di sala 20150’an de jî dakeve 1,32 milyar kesan.